Joe Biden: Ez berpirisyartiya vekişîna ji Efxanistanê hildigrim

Serokê Amerîka Joe Biden bi daxuyaniyekê ragihand ew berpirisyartiya vekişîna ji Efxanistanê hidigire.

Piştî kuştina 2 hezar û 356 leşkerên Amerîkî û birîndarbûna bi hezaran li Efxanistanê, Joe Biden bi daxuyaniyekê eşkere kir ” Tevî ku DAIŞ’ê balefirgeh kir armanc jî wan karîbû bi deh hezaran kes ji Efxanistanê derxînin” û ev yek bi operasyoneke dîrokî bi nav kir.

Serokê Amerîka anî ziman ” Tevî wan hêzên Afganî bi çek û perwerde kir, lê dema ku şer hat, tu şer nekirin û yekser reviyan.”

Joe Biden berpirisyartiya biryara vekişînê hilgirt û da zanîn “şêwirmendên leşkerî yên Amêrîkî bi yekdengî li hev kirin ku pêvajoya derxistina ji balafirgeha Kabulê pêk were.”

Dawiyê jî Serokê Amerîka got “Em çûn Efganistanê da Amerîka ji êrişên terorî biparêzin.

Em ê çi sûdê ji mayîna li Efxanistanê bikin? Dem dema derketina ji Efganistanê ye.”

Back to top button