Sabrî Ok: Li Hemberî êrişên awarte, berxwedaneke awarte lazime

Ji ber ku PDK’ê ji her êrişeke artêşa Tirk PKK’ê weke berpirsiyar nîşan dide, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok nerazîbûn nîşan da.
Ok bang li PDK’ê kir da ku dest ji zimanê xwe ê sûcdarkirinê berde û got, li hermeberî her cûreyên êrişan wê gelê Êzdî liberxwe bide.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn diqewimin nirxand.

Sabrî Ok têkoşîna bê navber a salekê ku ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo bi bîr xist û wiha got:

Dewleta Tirk bi şidandina tecrîdê dixwaze têkiliya Rêber Apo û gelê Kurd qut bike. Bi vê yekê hewl dide ku gelê me bêhêvî û tevgera me jî bêperspektîf bihêle.

Rêber Apo 23 sal in tecrîdkirî ye. Ev rewşeke awarte ye. Divê nerazîbûn û hêrsa me li dijî vê tecrîdê jî awarte be.

Gel dikare dakeve qadan û rabe serhildanê, yan jî mîna salên 1990’î jiyanê rawestîne.

Yanî divê gelê me berxwedana 10 mehan a li zindanan û tecrîda li ser Rêber Apo bibîne û li gorî vê yekê gel û ciwan rê û rêbazên xwe diyar bikin.

Sabrî Ok: Rêjîmên ji têkçûyînê ditirsin, asta êrişên dijwar dikin

Sabrî Ok êrişên dewleta Tirk ên bê navber li ser Başûr, Rojava û Şengalê jî nirxandin û got;

Cîhan li hemberî êrişên faşîzma Tirk bê deng e. Du sedemên vê hene.

Hêzên navneteweyî ku berê li pêşberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bêdeng man, îro jî heman siyasetê dimeşînin. Her kes zane ku demên herî êrişkar ên rejîmên faşîst ew dem in ku herî zêde li ber windakirinê ne.

Rejîma AKP-MHP’ê jî di rewşeke wiha de ye. Êdî li ber dawiyê ne. Lewma hem li hundir hem jî li derve helwesteke êrişkar nîşan dide.

Sabrî Ok di axaftina xwe pêşengê civaka Êzdî Seîd Hesen jî bi bîr anî û wiha dewam kir:

Mirovê hêja, Seîd Hesen bi malbat û eşîra xwe ji dil û can kar dikir.
Dema ku diçû hevdîtina bi Kazimî re şehîd bû.

Eger tiliya hikumeta Iraqê di vê êrişê de tune be, diviyabû têkildarî vê yekê daxuyaniyek bida, peyama şermezarkirinê bida û sersaxî ji civaka Êzidî re bixwasta.

Sabrî Ok: Hin rayedarên PDK’ê bi daxuyaniyên şaş êrişan rewa dikin

Ya duyemîn; helwesta PDK’ê ye. Ji kêliya ku êriş pêk hat û pê ve rayedarên PDK’ê gotin ku nexweşxane navenda PKK’ê ye.

Ev yek derew e!

Başe PDK’ê çima daxuyaniyên wiha dide?

Ji ber çi ji her êrişeke dewleta Tirk, PDK’ê yekser PKK’ê weke berpirsiyar nîşan dide?

Êdî lazime rayedarên PDK’ê dev ji vî zimanê sûcdarkirinê berdin. Pêwîste PDK nekeve xefika dijmin. Ji bo yekîtiya neteweyî divê bi erka xwe rabe. Derfetên vê yekê niha hene.

Em hêvîdar in ku PDK wê li gorî vê yekê tevbigere. Pêwîste li pêşiya gelê Kurd nebe asteng.

Back to top button