Li Endonezya..cûreyekî nû yê mirovan hat dîtin

Cûreyekî nû li cûreyê mirovan ê heyî hat zêdekirin. Ev cûre li Endonezyayê û bi rê qerqodekî ku vedigere 7 hezar û 200 sal berê, hat dîtin.

Kovara “Journal Nature” a Birîtanî bi nûçeyekê ragihand ” Li Endonezyayê, li şikefta Leang Panninge ya girava Celebesê, qerqodekî 7 hezar û 200 salî , hatiye dîtin.”

Li gorî wê, ev qerqod ê jineke nêçirvan a 17-18 salî ye û ji aliyê lêkolînerên navneteweyî û Endonezyayî ve hatiye dîtin.

Ev qerqod bi rêya DNA hatiye lêkolînkirin û li gorî wê jî, ne ji cûreyê mirovan ê heta niha naskirî ye.

Ji Zanîngeha Griffith a Awûstralyayê arkeolog Adam Brumm got,

“Yekem car me ji nava bermahiyeke ew qas kevn de DNA bi dest xist.

Ev vedîtin, nîşan dide ku agahiyên me yên li ser bicihbûna mirovên destpêkê li girava Wallaceayê ew qasî kêm in.”

Back to top button