Çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Gulale leşkerek Iraqî û 2 welatî birîndar kirin

Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê gundê Îslah yê bi ser bajarokê Gulale ve topbaran kir.

Li bajarokê Gulale yê Xaneqînê ya bi ser parêzgeha Diyale ve, çeteyên DAIŞ’ê êrişî leşkerên Iraqî kirin û gundê Îslah topbaran kirin.

Di encama êrişê de leşkerek Iraqî û 2 welatî birîndar bûn.

Der barê mijarê de Rêveberê Asayîşa Bajarokê Kokis a li herêmê Şemal Ebdulrehman ji ajansa Rojnewsê re ragihand ku “Piştî çeteyan gund topbaran kir û noqteyên leşkerî armanc girtin û şerekî giran qewimî.”

Şemal da xuyakirina ku leşkerekî îraqî birîndar bû û di topbarana li ser gundê Îslah de jî 2 jin birîndar bûn.

Back to top button