Di êrişên li dijî Til Temir û Zirganê de zarok 5 sivîl birîndar bûn

Mehek ji êrîşên dijwar li ser gundên Til Temirê û Zirganê derbas bû. Di nava mehekê de, her cure êrîş li dijî sivîlan û deverê tevî pêk hat. Tevî hemû sûcan, dewleta Tirk di van êrîşan de zarok jî di nav de 5 sivîl birîndar kirin.

Ajansa Hawarê bîlançoya êriş û zirarên ku di meha tebaxê de gihaştine milkên sivîlan amade kir

Li gor wê:

“2`yê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê kirin hedef.

Destpêkê gundê Derdara yê bakurê navçeyê ku li ser rêya navçeya Zirganê topbaran kir, piştre qada topbaranê fireh kir û eniyan rojhilat, bakur û rojava topbaran kirin.

19`ê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker bi dronekê navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de endama konseya Leşkerî ya YPJ’ê Sosin Bîrhat û 3 fermandarên meclisa leşkeriya Til Temirê şehîd bûn.

Ji ber topbaran û êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên Til Temirê di mehekê de 5 sivîl birîndar bûn di nav de zarok hene.

2`yê Tebaxê di encama topbarana li ser hola El-Selam a şahiyan a li ser rêya Til Temir û Qamişloyê de jina bi navê Eyşe El-Hesen (40) û kurê wê bi navê Hisên Salim (4) birîndar bûn.

15`ê Tebaxê li gundê Til Şinan ê asûriyan jina bi navê Meryem Hemdo Şêx Salih birîndar bû.

23`yê Tebaxê li gundê Derdara jina ciwan a bi navê Emîne Xidir El-Faris (21) û xizmê wê Xidir Îbrahîm El-Faris (30) birîndar bûn.

Di êrişên li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê de li gundên Til Tawîl, Til Cuma û Um El-Kêf 4 leşkerên hikumetê birîndar bûn.

Li hemû gundên ku hatine hedefkirin, zirarên mezin ên madî çêbûn.

Artêşa dagirker binesaziyê, avahiyên stratejîk mîna bircên kehrebeyê, stasyona veguhestina kehrebeyê ya li bakurê navçeyê topbaran kir û xiraxir.

Li dijî êrişên li ser Til Temirê hêza garantor Rûsya bêdeng ma

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Til Temirê hêzên Rûsya ku li herêmê hêzeke garantor e, bêdeng ma.

Şêniyên herêmê bi çalakiyan li pêşiya navenda Rûsyayê ya li gundê El-Hemra yê li ser rêyê Serêkaniyê û Zirganê yê bakurê navçeyê, nerazîbûnên xwe li hemberî vê helwestê nîşan dan.

Back to top button