LI GUNDÊ CILBIRÊ YÊ NAVÇEYA ŞÊREWA BAREGEHEKE LEŞKERÎ TÊ AVAKIRIN

Li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrewa jî dagirkeriya Tirk 350 darên zeytûnê hil kirin û li şûna wan dest bi avakirina baregeheke leşkerî kir.

Li heman gundî jî, hêzên dagirker dest danîn ser zeviyên şêniyên bi navê Ezîz Reşîd Nebo , Xelîl Ibrahîm Necar , Bekrî Necar û Elî Necar .

Li gundî Jarê yê navçeya Bilbilê şêniyê bi navê Şêrhat Oso ku bavê du zarokan e, jiyana xwe ji dest da.

Tê zanîn beriya ku jiyana xwe ji dest bide, Oso û hevjîna wî nêzî du mehan ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin.

Li navçeya Reco jî, şêniyê bi navê Mihemed Menle Elî ku beriya salekê hatibû revandin, heya niha çarenûsa wî nediyar e.

Li navçeya Şera jî Reşîd Mistefa Sebrî yê 54 salî û ji gundê Meşalê ye, ji aliyê çeteyên bi navê “Lîwa El-Mutesêm” ve hat revandin.

Her wiha li gundên Qurtqulaqa Mezin, Dêr Siwan û Şîltetê kes hatin revandin.

Leave a Reply

Back to top button