Bîlançoya êrişên meha Tebaxê yên li ser herêma Efrînê hat eşkerekirin

Li Efrîna dagirkirî rojane buyerên kuştin, revandin û diziyê tên kirin.. Ev kirin hemû jî, ji aliyê heman çete û sûdaran ve tên kirin. Bîlançoya êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê di meha Tebaxê de li ser navçeyên Şera û Şêrawayê hat eşkerekirin.

Rojane li Efrîna dagirkirî, sucên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dermirovî li dijî sivîlan zêde dibin.

Ajansa ANHA’yê Bîlançoya êrişên di meha Tebaxê ya sala 2021’an de ên li ser navçeyên Şera û Şêrawa û Şehbayê raghand.

Li gorî wê Bîlanço wiha ye:

” 1 heta 16’ê Tebaxê dewleta Tirk bi şev û roj gundên şehbayê û navçeya Şêrawayê ji wan gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Eyn Deqnê, Zewyan, Şaalê , Tat Maraş, tepê Ş.Xabûr, tepê Meyasê, bi doçka, tank, obîs û hawanan topbarankir.

Her wiha artêşa dagirker 10 hawn û 37 obîs avêtin gundên navborî yên herêma Şehba.

Di 17’ê heman mehê de gundên Şehba hatin topbarankirin, û 4 guleyên tank, 27 guleyên obîs hatin avêtin, bi dem keşf û balafirê şer li ser Şêrawayê geriyan.

Her wiha ji 18’ê heya 25 ‘ê Tebaxê gundên Mişrefiyê,Bêlûniyê, Eyn Deqnê,Cebel Nayif, bi obîs, hawan, doçka, tank hatin topbarankirin.

26’ê Tebaxê gundên Şehba û Şêrawa harin topbarankirin û 60 guleyên obîs û 20 guleyên hewan li gundan ketin û balafirên şer û keşfê geriyan.

Ji 27’ê heya 31’ê Tebaxê , gundên Kefer Antûn, Meyasê, Hirşê, Soxanekê, Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Zewyan, Şaalê, Xerbet Şaale, Der Qaq, Radar û Til Rifetê bi şev û bi roj bi doçka, obîs, hawan hatin topbarankirin.”

Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hêzên gerantor mîna Rûsya, bêdeng ma.

Back to top button