HPG: Berxwedana dîrokî ya li qada Werxelê bê navber didome

Tevî hemû cureyên çekan, bi hezaran leşker û êrişên hewayî jî lê artêşa Tirk ya dagirker li pêşberî berxwedana gerîlayan nikare bi pêşde biçe û rojane windahiyên mezin dide. HPG’ê ragihand artêşa Tirk ya dagirker bi gazên kîmyewî û teqemeniyan qada Werxelê bombebaran kir û got, “Berxwedana dîrokî ya hêzên me bê navber dewam dike.”

Zêdeyî 4 meh in gerîlayên azadiyê li herêma Avaşînê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Bi taybetî di van demên dawiyê de li qada Werxelê di navbera hêzên dagirker û gerîlayan de şerekî giran heye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 31’ê Tebaxê artêşa Tirk ya dagirker qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi gazên kîmyewî û 6 caran jî bi teqemeniyan bombebaran kir.

Hat diyarkirin piştî êrişan dagirkerên ku xwestin ber bi qada berxwedanê ve bi pêşde werin li ser destwerdana hêzên gerîla neçar man bi paşde vekişin.

HPG’ê da zanîn 1’ê Îlonê jî qada berxwedanê Werxelê bi gazên kîmyewî hat bombebarankirin û tevgera dron û balafirên keşfê ya li ser qadê jî dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 31’ê Tebaxê gundê Şiyê ê bi ser bajaroka Dînartê a girêdayî navçeya Akrê; derdora gundên Bênavê, Deşîşê, Seraro yên bi ser Kanî Masî ya Amêdiyê, Kela Qumriyê û Girê Mozelan;
Qada Werxelê ya bi ser herêma Avaşînê û qadên Saca û Girê Şehîd Simko yên herêma Zapê bi helîkoper û balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button