Ji Behîce Boran heta Dayîkên Aştiyê, sûcê her mezin xwestina aştiyê ye

Li Tirkiyê ji Behîce Boran heta Meclisa Dayikên Aştiyê, sûcê herî mezin xwestina aştiyê ye. Lewra aştî pêk nayê, şer û kuştin didome.

1’ê Îlona 1939’an, artêşa Almanya bi serkêşiya Adolf Hîtler Polonya dagir kir.

Bi dagirkirina Polonyayê re, şerê duyemîn ê cîhanê dest pê kir.

Di Şerê Cîhanê yê duyem de bi giştî 50 milyon kes, hatin kuştin.

Şer, çawa ku 1’ê Îlonê dest pê kir, her wisa jî, di heman rojê de, 1945’an de bi dawî bû.

Li Tirkiyê gotina “aştî” wekî sûc tê dîtin, li gel wê jî her dem jin pêşengtiya aştiyê dikin.

Di serdema Hikûmeta Partiya Demokrat a 1950’î DYE li gel NY’î biryar dan ku leşkeran bişinin Koreyê.

Komeleya Aştîparêzan, bi pêşengtiya jina bi navê Behîce Boran li dijî şer derketin û gotin:

Şer li dijî peymana aştiya cîhanî ye.

Behîce di jiyana xwe de her dem li dijî şer têkoşîna aştiyê pêş xist.

Ji bilî vê, li Tirkiye ger qala şer tê kirin rol û rista Dayikên Aştiyê yên laçik spî gelek zêde ye.

Di çanda kurdan de laçik sembola aştiyê ye.

Ger dayîk laçikê bavêjin hemû şer radiweste.

Dayikên Aştiyê jî ji bo pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe ji 1996’an heta niha têdikoşin.

Ew armanc dikin ku şerê li Tirkiyê bi dawî bibe.

Lewa 1996’an bûn sazî, 1999’an xwe bi rêxistin kirin..

Nêzî 40 dayîkên ji Amedê çûn Enqereyê bi dirûmên “Em dayik in, alîgirên aştiyê ne” aştî xwestin.

Ji bo dawî li şer bê, 1’ê Îlona 2000’an Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ava kirin.

Dayîkên ku di şer û pevçûnên 30 salan de, zarok û xizmên xwe winda kirin di bin navê Înîsiyatifa Dayikan de kom bûn û bê westan û rawestan, li gel hemû astengiyên dijwar têkoşîna xwe dewam dikin.

Dayikan heta 2009’an wekî Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê çalakî û xebatên xwe meşandin.

Wan 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî li gelek bajaran komele ava kirin.

Meclisa Jinên Sosyalist ji bo şer bi dawî bibe 1’ê Îlona 2010’an li Amedê gotin “Em ne dengê şer, em dengê aştiyê ne”.

Dayikên Aştiyê jî 2011’an ji bo bilindkirina dengê aştiyê têkoşiyan..

Tevî vê jî heta niha li Tirkiyê, aştî sûc e, şer û kuştin li pêş e..

Li gel Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî 1’ê Îlonê wekî Roja Aştiya Cîhanî ragihandiye jî Tirkiye û gelek welatên li Rojhilata Navîn dîsa bi şer û kuştinê dikevin roja 1’ê Îlonê.

Back to top button