Li kampa Êzîdiyan êrişên Tirkiyê hatin şermezar kirin

Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî kampa Êzîdiyan a li herêma Zaxo ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Îro endamên Yekîtiya Êzîdî û Jinên Êzîdî yên Efrînê her weha endamên saziyên sivîl ên Kampa Berxwedan a li Fafînê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Tirkiyê di meha çûyî de bi balafirên bêpîlot Şengalê bombebaran kir di encama wê de bi dehan kes şehîd bûn.

Hate diyar kirin ku di 30’yê Tebaxê de dewleta Tirk kampa Qadiya ya Zaxoyê bombebaran kir û di encamê de 2 zarok şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha hate zelal kirin ku di kampa Qadiya de gelek malbatên Êzîdî yên ku ji hovîtiya DAIŞ’ê reviyan hene, ev êriş jî li gel bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê pêk tê û ew her du jî şirîkên sûcên dewleta Tirk ên li dijê mafên mirovan in.

Back to top button