Kurd û dostên xwe li ber parlementoya Ewrûpayê bûn

Bêtirî 10 mehan e gelê Kurd û dostên xwe li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne. Ji bo şermezarkirina dagirkeriyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, li pêşiya Parlementoya Ewrûpayê xwepêşandan hat li darxistin..

Li ser banga Navenda Demokratîk a Kurdan a Belçîkayê, Kurd û dostên xwe li qada Luxemboûrgê ya li hemberî Parlementoya Ewrûpayê kom bûn..

Bi sedan kesên beşdar çalakiyê bûn dirûşmeyên ‘Em hemû PKKyî ne’ gotin..

Parlementer û Berdevkê Koma Dostaniya Bi Kurdan re a Parlementoya Ewrûpayê Françoîs Alfonsî di xwepêşandanê de peyam da ku ew ê her tim destekê bidin doza azadiya gelê Kurd..

Li ser navê Partiya Antîkapîtalîst a Îspanyayê Mîgûel Ûrban ku di heman demê de endamên parlementoyê ye jî wiha got:

Em ê ti carê bêdengiya Ewrûpa a li hemberî êrişên li dijî gelê Kurd qebûl nekin..

Serokê berê yê Herêma Katalonyayê Charles Pûîgdemont, Wezîrê berê yê Katalonyayê Tonî Comîn û li ser navê Partiya Çepgir a Elmanyayê Cornelîa Ernst jî tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî jî di çalakiyê de anî ziman ku tevî êrişên dijwar jî gelê Kurd her ser piya ye..

Alîkara berê ya Hevserokên HDP’ê Fîlîz Koçalî jî ev bang li Parlementoya Ewrûpayê kir:

Hûn ê yan bi me re bin an jî bi faşîzma AKP û MHP’ê re.

Li ser navê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Andî Fermot jî bal kişand ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk dike û wiha got:

Li Şengalê nexweşxane hate bomberdûmankirin û ev sûc e. Ji ber êrişên Tirkiyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê sivîl têne kuştin.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî bêdengiya Parlemento û Konseya Ewrûpa a li hemberî êrişên dewleta Tirk weke hevkariya bi komkujiyan re pênase kir..

Endama Kordînasyona Kongra Stra Asya Abdullah jî tecrîda girankirina a li ser Rêber Apo weke şerma mirovahiyê binav kir..

Asya Abdullah diyar kir ku dewleta Tirk mîna DAIŞ’ê hewl dide gelê Kurd qir bike û ev bang li raya giştî ya cîhanê kir:

Ji bo aştî û aramî li herêmê were, lazime cîhan li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk dengê xwe bilind bike.

Back to top button