Çeteyên dewleta Tirk baregehên hikumeta Şemê ên li Idlib û Hemayê topbaran kir

Piştî bombebarana Rûsyayê li dijî baregeha çeteyên Tehrîr El-Şam a li bejahiya Idlibê, çeteyên Tehrîr El-Şam herêmên hikumeta Şamê yên li Hema û Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ragihand ku çeteyên Tehrîr El-Şam bi zêdetirî 50 mûşekî herêmên Şethe, Corîn, Naoret Corîn, Mîrza yên di bin kontrola hikumeta Şamê de topbaran kirin.

Hat gotin di encama topbaranê de zarokek hat qetilkirin û 7 kes jî birîndar kes jî birîndar bûn.

Her wiha çeteyên Tehrîr El-Şam herêmên Xan Şêxûn û Merdibsê yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê 7 caran derdora gundê Hemame yê Cisir El-Şixor ê Idlibê bomebaran kirin.

Back to top button