Çeteyan welatiyek ji gundê Gobeleka yê bi ser Navçeya şera ya Efrînê revand

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji Gundê Gobeleka yê bi ser Navçeya Şera revandin. Dagirkeran du welatiyên ku vegeriyan Efrînê jî revandin, êşkence li wan kirin û li hember berdana wan ew neçar kirin ku pereyan bidin.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê her diçe zêde dibe.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyan li gundê Gobeleka yê bi ser Navçeya Şera, welatiyê bi navê Muihemed Behrî Mihemed revandin.

Beriya mehekê jî çeteyan welatiyê bi navê Ednan osman Şalîk yê 38 salî, yê ji gundê Mareska revandin û şandin girtîgeha çeteyan yê li gundê Maratê.

Çeteyan du welatî piştî ku vegeriyan Efrînê revandin û êşkence li wan kir

Du welatiyên ciwanên ku li ser propagandayên derew di van rojên dawiyê de vegeriyan Efrînê jî, di 22’ê tabaxê de hatin revandin.

Hat diyar kirin Celal Ebdelah Ibrahîm yê 28 salî, ji Gundê Ebîdana yê bi ser Navçeya Bilbilê û
Mistefa Bekir yê 19 salî, ji Gundê Derwêş yê bi ser Raco ye.

Hate gotin ku çeteyan piştî ku êşkence û şerê derûnî li her du ciwanan kirin, ew neçar kirin li hemberî berdana wan pereyan bidin.

Hat diyar kirin ciwanê bi navê Celal Ebdelah Ibrahîm ji serbest berdana wî neçar maye 5000 dolar bide çeteyan.

Back to top button