Faris Herbo: Ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê ser Şengalê, Fransa dikare bi roleke girîng bilîze

Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo got ku Fransa dikare ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê ser Şengalê bi roleke girîng rabe. Rûspiyê eşîra Şemer yê Şengalê Mutheb Şilal Gihêt jî anî ziman ku ew weke pêkhateya Ereb û eşîra Şemer yên li Şengalê êrîş û dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin.

Serokomarê Franseyê Emmanuel Macron 28’ê Tebaxê ji bo ku tevlî civîna welatên cîran a Iraqê bibe çûbû Bexdayê û 29’ê Tebaxê jî serdana Mûsilê kiribû.

Macron di serdana xwe de got ku ji ber êrişên dewleta Tirk Êzidiyên koçber nikarin vegerin ser warê xwe.

Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo derbarê civîna li Bexdayê û serdana Macron de ji Rojnews re axivî.

Faris Herbo diyar kir di hizûra hemû welatên beşdar û Serokwezîrê Iraqê de nûnerê dewleta Tirk dibêje ew ê operasyonên xwe li Iraqê berdewam bikin û heqaretan dike.

Herbo axaftinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên derbarê Şengal û Êzidiyan de jî nirxand û wiha got:

“Gotinên Macron ên têkildarî Şengalê girîng in, lê gotin têr nakin. Pêwîste vegera Êzidiyan a ser xaka wan rojevek sereke be. Divê desteka siyasî hebe û piştgiriya daxwaza Êzidiyan were kirin.

Rûspiyê eşîra Şemer yê Şengalê Mutheb Şilal Gihêt: Em dijî êrişan in

Rûspiyê eşîra Şemer yê Şengalê Mutheb Şilal Gihêt têkildarî ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê ya derbarê Şengalê de, berçavnegirtina nêrîn û daxwazên pêkhateyên li Şengalê dijîn û sedema êrişên dewleta Tirk de axivî.

Mutheb Şilal Gihêt diyar kir ku ew weke pêkhateyên Şengalê peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî îradeya gel hatiye îmzekirin qebûl nakin.

Gihêt da zanîn ew weke pêkhateya Ereb û eşîra Şemer yên li Şengalê êrîş û dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin û şermezar dikin.

Rûspiyê eşîra Şemer ji Iraqiyan xwest ku êşên ku civaka Êzidî dîtine, ji bîr nekin û bizanin, ji ber vekişîna hêzên Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê bihezaran şehîd li ser vê axê dan.

Back to top button