160 ROJ IN LEYLA GUVEN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

Her ku diçe berxwedana li dijî tecrîdê mezintir dibe. Berxwedana pêşenga çalakgerên greva birçîbûnê Leyla Guven 160 roj in bi biryar dewam dike. Tevî çalakiya Guven, hem çalakiya li girtîgehan hem jî li derveyî girtîgehan li dar e. Xwedîderketina bi van çalakgeran re jî her roj xurtir dibe.

Çalakiyên li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan bi biryardarî dewam dikin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe 160 roj in li ber xwe dide.

Hevberdevka Delegeyên Amedê ya KCD’ê Zelal Bîlgîn , ji ajansa Fratê re axivî û qala berxwedana Guven kir.

Bîlgîn diyar kir, ew ji berxwedana Guven hînî gelek tiştan bûne û got,

“Beriya her tiştî em hînî sebrê dibin. Berxwedanê pênc meh li pey xwe hişt, ne tiştekî hêsan e.

Xwedî îrade û biryardariyeke bi vî rengî ye ku heta bicihhatina daxwazên wê dikare vê rewşê bidomîne. ”

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên girtîgehên Tirkiye 122 roj in didome.

Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 47’emîn de didome.

REWŞA NIVÎSKAR ÇINAR Ê DI GREVÊ DE NEBAŞ DIBE

Hat zanîn ku nivîskar Îlhamî Çinar ê li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye ji roviyê wî xwîn tê û çavek wî nabîne.

Nivîskarê girtî Îlhamî Çinar jî ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Şakrana Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye.

Hat zanîn ku Çinar li ser sandelyeyê dikare derkeve hevdîtinê û ji roviyên wî xwîn tê.

BERDEVKÊ KOMÎSYONA ŞOPANDINA GIRTÎGEHAN: GIRTÎ LI BER MIRINÊ NE!

Berdevkê Komîsyona şopandina Girtîgehan Parêzer Îbrahîm Bîlîcî, diyar kir ku li girtîgehan çalakgerên greva birçîbûnê li ber mirinê ne û got:

“Divê îktîdar, muxalefeta sereke û partiyên siyasî hemû daxwazên girtiyan û di Qanûna Înfazê de nexşerêyeke ku Ocalan jî dihewîne esas bigirin.”

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê û ya Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Ji wan:

Çalakiya Sedat Akin 102,

Semra Alkan 100,

Gurbet Ektîren 92,

û Îhsan Sinmiş 49 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

JIN Û CIWAN JI BO LEYLA GUVEN MEŞIYAN

Piştgiriya bi van çalkiyan re jî her ku diçe xurtir dibe.

Jin û ciwanan li Yenîşehîra Amedê jî di roja 160’emîn çalakiya Leyla Guven de, li dijî tecrîdê ji bo piştevaniya

meşiyan.HIQÛQNASAN DAXUYANÎ JI BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DAN

Koordînasyona Destya Hiqûqî ya Stebnolê jî , derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de, li ber Edliya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê û got;

“Berî ku mirin û seqetbûn pêk bên, divê teqez rêya çareseriya vê pirsgirêkê were dîtin.”

Leave a Reply

Back to top button