Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê meclisên kantona Qamişlo û Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi çalakiyên cuda êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Bang li hêzên navnetewî hat kirin ku êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmê rawestînin.

Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî çalakî hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Qamişlo daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman,

”Dewleta Tirk bi êrişên xwe hemû rêgez û peymanên navneteweyî, binpê dike.”

“Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî anî ziman ku şoreşa Sûriyê veguheriye aloziyê û ev tişt got

Lê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî ji tevahî cîhanê re felsefeya demokratîk û biratiya gelan da nîşanda.

Ji civata navneteweyî tê xwestin ku piştgiriyê bide vê rêveberiyê û wê nas bike.”

Meclisa Dêrikê jî bi heman armancê û bi tevlibûna bi dehan endamên saziyên civaka sivîl daxuyaniyek da.

Meclisê got, “Li herêmê şoreşa xwîşk û biratiya gelan heye, lê dewleta Tirk her dem dixwaze vê yekê têk bibe.

Lewma êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine.”

Meclisa Navçeya Girkê Legê bi daxuyaniyekê bang li hêzên navnetewî kir ku êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê rawestînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî bi heman armancê meşek li dar xist û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Back to top button