Parlamenter Romîo Hekar banga rabûna li dijî êrişên Tirkiyê kir

Li Iraq û başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker jî zêde dibin. Parlementerên başûr û yên Iraqê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin ji parlementoya herêmê û Iraqê xwestin ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê îro bi awayek asayî civiya.

Di civînê de parlamenterek Mesihiyan ê bi navê Romîo Hekarî bal kişande ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê.

Romîo Hekar got ku divê parlamento dijî êriş û bombebarana dewleta Tirk ya ser gundên wan xwedî helwestek cidî be.

Beriya niha bi dehan parlamenteran bang li serokatiya parlametoyê kiribûn daku civînek taybet li ser dagirkeriya dewleta Tirk were lidarxistin, lê heya niha jî parlamento bêdeng e.

Komîteya ewlekarî û parastinê ya parlemena Iraqê bêdengî şermezar kir

Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya parlemena Iraqê Mihemed Riza-El Heyder û Parlementerê Iraqê Cemal Faxir ji ber bêdengiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê ya dijî êrişên Tirkiyê bertek nîşan dan.

Cemal Faxir da zanîn pêşve hatina hêzên Tirkiye li nava axa Başûrê Kurdistanê girêkeke kor e, lê nayê wê wateyê ku hikûmeta Bexda û ya Hewlêrê li beramber wê bêdeng bimînin.

Faxir da zanîn dagirkeriya Tirkiyê bûye sedema kuştina bi dehan welatiyên sivîl ên li ser gundên sînor ên Dihokê û hikûmeta Iraqê ji vê rewşê berpirsyar e.

Serokê komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Mihemed Riza El-Heyder jî da zanîn Tirkiye rûbereke mezin a gundên Dihokê yên ser sînor dagir kiriye.

El-Heyder da zanîn agahiya hikûmeta Iraqê ji vê rewşê heye û gelek rêyên pêşî lê girtine heye û got:

“Iraq dikare bi gelek rê û rêbazan pêşî li pêşvehatina Tirkiye bigire.”

Back to top button