Hêrs û nerazîbûna gelên bakur û rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrişên dagirkeran zêde dibe. Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, Eyn Îsa, Reqa û koçberên Girê Spî bi meş û çalakiyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Welatiyan diyarkirin ku ew ê xaka xwe biparêzin û tevî hemû êrişan jî wê dev jê bernedin.
Bi sedan şêniyên Eyn Îsa, koçberên Girê Spî û Reqayê li Eyn Îsayê kom bûn û li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan.
Şêniyên ku tevli meşê bûn anîn ziman ku hebûna Rûsiya li herêmê bê wate ye û diyar kirin ku ew bi xwe dikarin parastina xwe bikin.
Meş li pêşiya baregeha Rûsya ya li rojhilati navçeyê veguherî mitîngê.
Di mitîngê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî.
Mihemed Şahîn bêdengiya civaka navneteweyî û bi taybetî bêdengiya Rûsyayê li hemberî êriş û komkujiyên li dijî şêniyan, şermezar kirin.
Hevserokê kampa koçberan a Girê Spî Mihemed El-Şêx jî li mîtîngê axivî û bang li Rûsiya û Hikûmeta Şamê kir ku li gorî peymanên hatine îmzekirin erkên xwe pêk bînin.”
Bi navê Rêveberiya Sivîl a Reqayê Fatma Îsa jî got ku divê şênî li hember dewleta Tirk destekê bidin berxwedana QSD’ê.