
Şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê serdana Meclisa Gel a Hecînê ji bo rewşa li herêmê nas bike panelek li darxist.
Di panelê de gelek şêx, rûspiyên herêmê, rewşenbîr, nûnerên ji meclisên sivîl û herêmê yên rojhilatê Dêrazorê, nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê bajêr bejdar bûn.
Panel li hola civînan a Meclisa Gel a Hecînê hat lidarxistin.
Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd li ser rewşa siyasî û pêşdeçûnên li Sûriyê bi giştî, yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet axivî.
Sîham Dawûd da zanîn ku ew bi hemû hêza xwe hewl didin krîza Sûriyê bi rêya bername û rêgezên xwe yên pirrengî, demokratî û nenavendîbûnê çareser bikin.
Piştre beşdaran li ser rewşa herêmê û bandora kirîza aborî û dorpêça dijwar a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn û li ser awayê çareserkirina wan pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.