Mehrecana zarokan a 6. li Hola Silko ya Taxa Xişman ya Hesekê hat lidarxistin

Îro li Bajarê Hesekê Mîhrecana 6. a zarokan bi dirişmeya “Aştî bi xemla zarokan bedew dibe” hat li darxistin.

Mîhrîcan li hola Silko ya li taxa Xişman a Hesekê bi beşdariya bi sedan zarok, malbatên wan, endamên navendan û saziyên sivîl hate lidarxistin.

Hîlala Zêrîn bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Hesekê di Roja Aştiyê ya Cîhanê de mîhrîcan hat li darxistin.

Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê Evîn Efrîn axivî û destpêkirina mîhrîcanê li zarokan pîroz kir û got,

“Em Roja Aştiyê ya Cîhanê li zarokên xwe û zarokên cîhanê tevahî pîroz dikin.”

Endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Hesekê Efaf Hesekê jî axivî û da zanîn ku ev mîhrecan peyameke ji dagikeriya Tirk re ye ku zarokên herêmê bi çanda xwe ve girêdayîne.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de 11 koman berhemên xwe pêşkêş kirin û tê payîn ku sibe komên din hunerên xwe pêşkêş bikin.

Back to top button