Mihrîcana 6. a zarokan li Hesekê û Rimêlan destpêkir

Bi dirûşma “Aştî bi xemla zarokan bedew dibe” doh 6’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir.

Gelek komên hunerî yên ji bajar, navçeya û bajarokên kantona Qamişloyê tev li mîhrîcanê bûne.

Ev mîhrîcan bi pêşengtiya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk û Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de 11 koman berhemên xwe pêşkêş kirin..

Li gorî Komîteya Çavdêr a mîhrîcanê, ev mîhrîcan wek diyarî ji bo zarokên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, rêber Abdullah Ocalan û hemû gelên azadîxwaz tê li darxistin.

Bi heman armancê doh li hola Silko ya li taxa Xişman a Hesekê bi beşdariya bi sedan zarok, malbatên wan, endamên navendan û saziyên sivîl li hesekê jî hate lidarxistin.

Dê mihrêcan 3 rojan berdewam bike.

Back to top button