Çeteyên Tehrîr El-Şam bejahiyên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Çeteyên Tehrîr El-Şam herêmên hikumeta Şamê yên li Hema û Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a sûryê SHOR-di derbarê de ragihand ku çeteyê Tehrîr El-Şam bi zêdetirî 50 mûşekî herêmên Corîn, Naoret Corîn, Mîrza yên di bin kontrola hikumeta Şamê de ku li bejahiyên rojavayê Hemayê ne topbaran kirin.

SHOR- diyar kir ku di encama Topbaranê de zarokekî jiyana xwe ji dest da, û 12 kes birîndar bûn tevî vê zirarên madî jî çê bûn.

Hêjayî gotinê, ev herêm ji ber ku balafirên Rûsyayê duh baregeha çeteyên Tehrîr El-Şam a li rojavayê Idlibê topbarankirin, çeteyan topbaran kirin.

Back to top button