Eniya Berxwedana Nîştimanî ya Efxanî: Me 115 çekdarên Talîbanê kuştin

Li Efxanistanê, berxwedaniya li dijî Talîbanê li bakur rojhilatê paytext Kabul didome. Hêzên berxwedêr yên li eyaleta Pencşêrê ragihandin ku 115 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 35 jî girtine.

Çekdarên Talîbanê jî bi maşîneyên zirxî yên DYA, di nava serxweşiya pîrozbahiyan de ne. Hemwextî van pêşketinana, Serokê Fermandariya Giştî yê DYA Milley got, Li dijî DAIŞ-Xoresan, dibe ku hevkariyê bi Talîbanê re bikin.

Li Efxanistanê her çiqasî serdemek nû ya bi Talîbanê hatibe despêkirin jî li eyaleta Pençşêrê şer ranaweste.

Berxwedêrên li Penşêrê yên li dijî tevgera Talîbanê bi serkêşiya Ehmed Mesûd, duh ragihand ku di encama şerê li herêmê de, 115 çekdarên Talîbanê hatine kuştin, 200 birîndar bûne û 35 jî girtine.

Berdevkê eniya Berxwedana Nîştimanî ya Efganistanê li wîlayeta Pencşêrê Fehîm Deştî got;

Bersiva êrişeke mezin a Talîbanê ya li ser wîlayetê hate dayîn û diyar kir ku hêzên berxwedanê wesayetên zirxî û topên tevgerê rûxandine.

Ev yek piştî Talîbanê duh ragihand ku ew li herêma Pencşîrê bi pêş ve diçe, pêk hat.

Di vê navberê de, Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî diyar kir ku ji bo pêkanîna danûstandina navbera hêzên parastina Pencşêr û Talîbanê de ti planek wan nîne.

Talîban bi maşîneyên zirxî yên DYA serkeftina xwe pîroz dikin

Hemwextî şerê li herêmê, çekdarên Talîbanê jî bi maşîneyên DYA ku ji wan re li Efxanîstanê hîştîn serxweşiya serkeftinê dijîn.

Maşîneyên zirxî yên Amerîka yên di destê Talîbanê, çekdarên wê ji keyfan serxweş kirine.

Çekdarên Talîbanê ala xwe bi helîkopteran ve kirin û ji asîmanan belavok avêtin.

Milley: Li dijî DAIŞ-Xoresan tekoşîn û bi Talîbanê re hevkarî gengaze

Di vê navberê de, DYA ku ji ber şêwazê vekişîna wê ji Efxanistanê rexneyên tund lê têne girtin, daxuyaniyek nû ya sosret da.

Serokê Fermanariya Giştî Mark Milley di daxuyaniya çapemeniya doh ya li gel Wezîrê Parastinê Lloyd Austin de wiha got:

“Em bi Talîbanê re di navbereke pir teng de dixebitin.

Armanca vê jî tenê derxistina gelek kesan ya ji welat bû.”

Mark Milley yê Talîban bi komeke ji “mirovahiyê dur” pênase kirî, di heman demê de peyama karkirina ligel wê jî da.

Milley got:

Dibe ku di dema pêş de, ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ-Xoresan hevkariya me ya bi Talîbanê re pêk were.

Back to top button