KCK’ê: Şewitandina daristanan êrişa li dijî jiyana gelê Kurd e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê xwedîderketina li xwezayê weke hîmê têkoşîna azadî û demokrasiyê binav kir.
KCK’ê ragihand ku bi şewitandina daristanên Kurdistanê, yekser êriş li dijî jiyana gelê Kurd tê kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî talankirina xwezaya Kurdistanê û şewitandina daristanan daxuyaniyeke nivîskî weşand..

Hevserokatiyê xweza weke qada jiyanê ya gelê Kurd e û daristan jî weke nefes binav kir û wiha got:

“Şewitandina daristanan êrişa yekser li ser jiyana gelê Kurd e.

Li Kurdistanê weke beşek ji şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd, daristan têne şewitandin û destûr nayê dayin ku bê vemirandin.

Her êrişa bi balafira, helîkopter û topan tê kirin dibe sedema şewatê.

Di encama vê yekê de li Kurdistanê cihek nema ye ku agir pê neketiye.

Li bajarên Tirkiyê bi kêmanî hewl tê dayin ku şewat bê vemirandin, lê dema mijar dibe xwezaya Kurdistanê destûr nayê dayin ku şewat bê vemirandin.”

KCK’ê şewitandina daristanan weke beşeke ji êrişên qirkirinê yên li ser gerîla û gelê Kurd binav kir û wiha got:

“Di serî de Botan, Amed û Herêmên Parastinê yên Medyayê li her devera Kurdsitanê agir bi qadê xistin. Ji meha Gulanê ve şewata daristanan dewam dike.

Demên dawî li Dersim, Çewlik, Amed, Sêrt, Şirnex û Bedlîsê, ji ber bombardûma artêşa Tirk agir bi dairstanan ketiye.

Bi şewitandin û wêrankirina cografyaya Kurdistanê hewl didin gelê Kurd bitepisînin.

Daristan qadên herî girîng ên jiyana li Kurdistanê ye. Ev erdnîgariyên ku qadên bihuştî yên Kurdistanê ne, niha ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve têne tinekirin.

Li hemberî vê, têkoşîna li dijî qirkirinê di heman demê de xwedîderketina li xwezayê ye.

Rêber Apo ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê, têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna ekolojîk esas dîtiye.

Ji ber vê çendî, bo xwedîderketina li qada jiyanî ya Kurdistanê, divê têkoşîna ekolojîk li her derê bê birêxistinkirin û xurtkirin.

Gelê me ji bo Dersîma, Botan, Amed, Xerzan, Çewlik û Serhedê biparêze, divê bi lez xwe bi rêxistin bike.”

Back to top button