Herêm Kemal Axa: Bêdengiya Hewlêr û Bexdayê li hember êrîşan lihevkirineke veşartî ye

Parlementerê Iraqê Herêm Kemal Axa û Lêkolînvan Dr. Rêwbar Fetah, tekildarî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bêdengîya Hikûmeta başûr û Iraqê a li hember êrîşan axivîn û gotin: ”Tirkiye xaka başûrê Kurdistanê dagirkiriye û dixwaze Iraqê jî kontrol bike.”

Parlementer û Endamê Komîsyona Parastinê û Parlementoya Iraqê Herêm Kemal Axa, tekildarî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivî.

Herêm Kemal Axa bal kişand li ser bêdengîya a li dijî êrîşan û got: ”Li Başîka PKK tuneye, Tirkiye bi hinceta PKK’ê dagirkerîyek berfireh dike.

Xaka Kurdsitanê dagir kiriye û serwerîya Iraqê binpê kiriye.

Bêdengîya Bexda û Hewlêrê, cureyek ji lihevkirina veşartîye.”

Parlementer Kemal Axa da zanîn, Tirkiye dixwaze şikestina xwe bi rêya leşkerî binixumîne û got, ”Tişta ku Tirkiye dike, dagirkerîya eşkere ye ku xaka Kurdistanê dagir dike û serwerîya Iraqê binpê dike.

Dr. Rêwbar Ferah: Tirkiye dixwaze Iraqê kontrol bike

Lêkolînvanê sîyasî Dr. Rêwbar Fetah jî têkildarî rewşa Iraqê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser başûr, ji Rojnews’ê re axivî.

Fetah dîyar kir ku Tirkiye dixwaze Iraqê kontrol bike û got:

“Êrîşên li ser Iraqê ne ji niha de pêk tên. Tirkiye PKK weke hincet nîşan dide lê armanca wê ya sereke, bûyîna hêzeke bandor li heremê ye.”

Dr. Rêwbar da zanîn Tirkiye bi van êrîşan pirsgirêkên xwe ên navxweyî vedişêre û bêdengiya rêveberiya Iraqê û başûrê Kurdistanê jî rexne kir.

Back to top button