Li Yemenê di 42 saetan de 65 kes hatin kuştin

Li Bakurê Yemenê careke din di navbera çekdarên Hûsî û hêzê n hukûmetê de şer dijwar bû. Bi taybwet jî li derdêra bajarê Mearibê.

Rayedarên hukûmetê têkilarî mijarê îdîa kirin ku di şer de 65 çekdar hatine kuştin.

Hin rayedaran jî ji Ajnasa Frans-Pressê AFP re ragihandin ku di nava 48 saetê n derbasbûyî de 22 endamên hêzên hukûmetê û 43 çekdarê Hûsî hatine kuştin.

Li Bakurê Yemenê, yekane herêma ku di bin kontorla hêzên hukûmetê de maye, bajarê Mearibê ye.

Demeke dirêje tevî bangên hêzên cîhanî jî şerê li vê herêmê ranewestiya ye.

Sala 2014’an piştî ku paytext Sana ket bin serweriya çekdarên Hûsî, li Yemenê şerê navxweyî destpêkir.

Di vî şerê de Îranê destekê dide Hûsiyan û Koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî de alîkariya hêzên hukûmetê dike.

Li gorî daneyên rêxistinê mafê mirovan, di nava şerê 7 salên derbasbûyî de bi deh hezaran mirov hatin kuştin.

Neteweyên Yekbûyî jî eşkere kir ku bi mîlyonan kes ji cih û warên xwe bûne.

Di encama vê şerê kambax de niha bi mîlyonan Yemenî bi xizanî û birçîbûnê re rû bi rû ne.

Back to top button