Li Kerkûkê leşkerekî Iraqî jiyana xwe ji dest da

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî başûrê Kerkûkê kirin..
Leşkerekî Iraqê di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. 

Şeva derbasbûyî çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Şihil Qedîm ê bajarokê Sergeran a başûrê Kerkûkê kirin.

Di encama êrişê de leşkerê bi navê Mehmud Sebawî ku ji Tugaya 14’an a artêşa Iraqê yê hat kuştin û heft leşker û sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, şêniyên gund li hemberî çeteyên DAIŞ’ê rabûne û çeteyan jî kesek ji gund revandiye.

Berî du rojan jî, heman çeteyan êrîşî leşkerên Iraqê yên li bajarokê Gulale yê Xaniqînê kirin û hingî jî leşkerekî Iraqê û 2 sivîl birîndar bûn.

Back to top button