
Hêzên Rizgariya Efrînê eşkere kir ku endamên wan li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rêzeçalakî lidar xistin.
Li gorî vê,
Di navbera 27 û 31’ê Tebaxê de 12 dagirker hatin kuştin..
Di nava wan de 3 leşkerên artêşa Tirk hene..
Hêzên Rizgariya Efrînê encama çalakiyên li dijî hebûna artêşa Tirk da dagirker bi raya giştî re parve kir..
Li gorî daxuyaniyê, li Efrîn û gundewarên Babê hejmara çalakî pêk hatin û encamên wan wiha ne:
Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me di navbera rojên 27 û 31`ê Tebaxê de, çalakiyên bi bandor li dar xistin.
27`ê Tebaxê de, li derdora gundê Daglîbaşê yê bajarokê Babê li hemberî baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidarxistin.
Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker jî brîndar bûn.
29`ê Tebaxê, li Efrînê di encama çalakiyeke de 2 çete birîndar bûn.
Heman rojê, li Ezazê, li hember serçeteyekî Cephe El-Şamiyê çalakiyek sabotajê hat lidarxistin.
Li vir jî serçete û kesê pê re hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Di vê çalakiyê de herwiha seyareyek hat teqandin..
Roja 30`ê Tebaxê, li taxa Eşrefiyê ya Efrînê di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
31’ê Tebaxê, li gundê Hizwanê yê bajarokê Babê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin.
Di encama wê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî brîndar bûn.