Çeteyan li Efrînê..di 25 rojan de zêdeyî 100 kes hatin revandin

​​​​​​​Ev demeke hin rayedarên ENKS’ê îdîa dikin ku rewş li bajarê Efrînê aram e û dibêjin, her kes dikare vegera cih û warên xwe.
Di wextekî wiha de, bûyerên revandin û sûcên dermirovî ku li dijî şêniyên Efrînê têne kirin, zêdetir bûne.
Tenê di meha dawî de bêtirî 100 Efrînî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin.
Di nava wan de 3 zarok û 17 jin hene.

Tevî binpêkirin û sûcên dermirovî ku li Efrîna dagirkirî rojane têne kirin.

Ev demeke reydarên ENKS`ê îda dikin ku Efrîn aram e û ji şêniyên wê yên ji ber kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, daxwaz dikin ku vegerin Efrînê.

Lê ya rast li gorî rapor û belgeyên ji Efrîn derdikevin sûc û binpêkirinên dewleta Tirk zêdetir bûne.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo hin belgeyên ku van sûcan piştrast dike, bi ajansa Hawarê re bi par ve kirin.

di nava kesên revandî de 3 zarok û 17 jin hene

Şêxo, diyar kir di navbera 29`ê Tîrmehê û 23`yê tebaxê de jê 3 zarok û 17 jin bi giştî zêdeyî 100 welatiyên resen ên Efrînê hatine revandin.

Şêxo, nav û cihê gelek kesên hatine revandin bi par ve kirin..

Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên xwe beramber berdana kesên revandî, ji malbatên wan pereyên zêde dixwazin..

“Bi revandina sivîlan û zêdekirina zextê re, plan dikin ku şêniyên resen ên Efrîna dagirkirî neçarî koçberiyê bikin û guhertina demografî li herêmê pêk bînin.”

Parêzer Menan Beyrem ji navçeya Racoyê hate revandin

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan jî ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê duh parêzerê bi navê Menan Beyrem ê 42 salî dema li navçeya Racoyê bû, revadin û birin cihekî nediyar.

Menan ji gundê Kêla ya navçeya Bilbilê ye.

Back to top button