Navenda Ragihandina û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya 2 cangoriyên azadiyê eşkere kir.
Navendê destnîşan ki ku şervanên wan Xwînrêj Welat û Serhed Ruha di dema kar û barên paqijkirina herêmê de li gundê Baxozê ê Dêra zorê şehîd bûn.
Navendê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Piştî ku DAIŞ ji aliyê leşkerî ve hat têkbirin, ji bo parastina ewlehiya herêmê, hêzên me xebatên paqijkirinê dan destpêkirin.
13’ê Nîsanê hevalê me Welat û Ruha dema ku bi armanca ewlehiyê kar û barên kontrole pêk dianîn şehîd bûn.
YPG’ê sersaxî ji malbata her du şehîdan xwest û soza şopandin riyan nû kir.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Serhed Ruha
Nav û paşnav: Dilgêş Elî
Navê dayikê: Isra
Navê bav: Hefid
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 13 Nîsan 2019
————————
Nasnav: Xwînrêj Welat
Nav û paşnav: Sîpan Ceîfer
Navê dayikê: Gulistan
Navê bav: Erîf
Cihê jidayikbûnê: Şêrewa
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 13 Nîsan 2019