HPG: Li Tendûrekê 2 dagirker hatin kuştin 8 dagirker jî di Kendal de ketin û mirin

Li bakur û başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiyê bi çalakiyan bersiva êrişên artêşa Tirk ya dagirker didin. HPG’ê da zanîn li qada Tendûrekê ya bi ser bajarê Agiriyê 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û 8 leşker jî di kendal de ketin û mirin. HPG’ê diyar kir herêmên Zap û Avaşînê careke din bi gazên kîmyewî hatin bombebarankirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li bakur û başûr rojane derban li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 29’ê Tîrmehê artêşa Tirk ya dagirker li derdora gundê Nevrê ya bi ser qada Tendûrekê a girêdayî navçeya Bazîdê ya Agiriyê operasyoneke dagirkirinê daye destpêkirin û ev agahî parve kir,

“Hêzên me yekîneyeke operasyonê ya dagirkeran xist bin kontrolê û ji nêzîk ve lê da. Di vê çalakiyê de du çawîşên pispor hatin cezakirin.

Piştî çalakiyê dagirkerên ku bi wesayîtên zirxî xwestin destwerdanê bikin, wesayîteke zirxî ya dagirkeran di kendal de ket û 8 dagirker mirin.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker ku di dema operasyonê de derbeke giran xwar 1’ê Tebaxê ji qadê vekişiya.

HPG: Dagirkeran bi gazên jehrî Zap û Avaşîn bombebaran kirin

HPG’ê destnîşankir, hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de jî li artêşa Tirk ya dagirker dan.

Hat diyar kirin 1’ê Îlonê bi çekên giran du caran li dagirkerên li ser Girê Silêman yê bi ser herêma Avaşînê hate xistin.

HPG’ê da zanîn heman rojê dagirkeran qada Werxelê bi gazên jehrî û 7 caran jî bi teqemeniyan bombebaran kirin.

HPG’ê derbarê berxwedana li herêma Zapê jî ev agahî parve kir;

“1’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker qada berxwedanê ya Ciloyê Piçûk bi gazên jehrî û teqemeniyan bomberan kir.

Piştî van êrişan hêzên me bi du baskan û bi çekên giran li dagirkeran xistin ku dixwestin ber bi qada berxwedanê ve werin. Li ser vê destwerdana hêzên me dagirker neçar man paşde vekişin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 28’ê Tebaxê artêşa Tirk ya dagirker li herêma Besta ya bi ser Şirnexê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.

Hat diyarkirin di dema operasyonê de qadên Mewûşka, Korta Xanê, Besta Bilûzerê, Girê Firinê, Şehîd Armanc, Xirbik û Apê Hus bi helîkoperên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button