Biden: Pêwiste Ukrayna hîn zêdetir li nava Ewropa asîmle bibe

Serokê DYA Joe Biden yê dixwaze xwe ji rojeva binkeftina li Efxanistanê dur bike, dixwaze Ukrayna bixe rojevê.

Biden li Koşka Spî bi Serokdewletê Ukrayna Zelenskiy re civiya. Biden careke din piştevaniya xwe ya bi Kîevê re anî ziman û got,

Pêwiste Ukrayna hîn zêdetir li nava Ewropa asimle bibe. Wezîrê Karên Derve yê Ukrayna Kuleba jî civîn weke derbaskirina qonaxeke nû ya danûstandinan pênase kir.

Rêveberiya Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) piştî binketina xwe ya li Efxansitanê niha dixwaze balê bide li ser Ukraynayê.

Serokê DYA Joe Biden û Serokdewletê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy li Koşka Spî civiyan.

Beriya civîna li çapemeniyê girtî ya navbera aliyan, Biden û Zelenskiy li Ofîsa Oval bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Joe Biden despêkê salvegera 30. a serxwebûna Ukrayna pîrozkir û piştevaniya xwe ya bi Kîevê re anî ziman.

“DYA li hember êrişa Rûsya bi serwerî û yekîtiya axa Ukrayna re dilsoz dimîne.”

Biden diyar kir ku jibo Ukrayna hîn zêdetir li nava Ewropa bikeve wê guftûgo bikin û işaret bi paketa reforma demokratîk ya ku li welat pêk were kir.

Her wiha Serokê DYA anî ziman ku ew ê di civîna xwe de paketa 60 milyon dolar ya parastinê jî nîqaş bikin.

Kuleba: Serokan danûstandin derbasî qonaxeke nû kirin

Wezîrê Karên Derve yê Ukrayna Dmitriy Kuleba jî diyar kir ku hevdîtina navbera Biden û Zelenskiy derbasî qonaxeke nû bûye.

Dmitriy Kuleba têkildarî hevdîtina navbera serokan peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand.

Kuleba daxuyakirin ku li cihê saetekê hevdîtin 2 saetan dewam kiriye.

Wezîrê Ukrayna ev yek jî weke nîşaneya bihêzbûna têkliyên navbera welatan de pênase kir û got.

Lîderan danûstaninên me derbasî qonaxeke nû kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Ukrayna Dmitriy Kuleba îşaret bi hempîşeyê xwe yê DYA Antony Blinken kir û got, pir karê wan bi hevre heye.

Back to top button