Amerîka..Li New York ji ber baran û lehiyê 9 kes mirin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji ber bager û lehiyê di nava zehmetiyan de ye. Barana zêde ku bû sedema lehiyê, bajarê New York ji hev xist.

Ji ber lehî û barana zêde 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û rewşa awerte hate ragihandin Li rojhilatê Spanya ji ber barana zêde ku bariya, lehî rabû. Rê di bin avê de man, xaniyan ziyan dît û erebe li ber lehiyê çûn.

Bi rojane Amerîka ji bandora Bagera Îda’yê rizgar nabe.

Ji ber Bagera Tropîkal li gelek deverên welat lehî rabû.

Bi rojane baran bi şid ranaweste û vê yekê hiştî ku lehî bighêje bajarên New York û New Jersey..

Rewş li bajarê me xerabe.

Polîsên me ragihandine ku ji ber lehiyê 9 kes mirine.

Bi vê gotinê Hakima New Yorkê Katly Hochul rewşa li welat ragihand.

Li New Jersey jî kesekî jiyana xwe ji dest dahye û bi dehan xanî li ber avê çêne..

Ji ber lehiyê li New York û New Jersey rewşa lezgîn hat ragihandin

Şaredarê New York Bill de Blasîo ragihand ku li tevahiya bajêr baran di asta rekorê de dibare û ji ber xeteriya mezin rewşa lezgîn ragihand…

Hem rayedarên li New York û hem jî yên New Jersey bang li welatiyan kirin da ku ji malên xwe dernekevin..

Li aliyê din hat gotin, ji ber rabûna lehiyê, rêyên sereke û navendên Metro hatin girtin..

Bagera Îda ku weke asta 4’an a xeteriyê hatiye binavkirin, ber bi Rojhilatê Amerîkayê ve pêşde diçe..

Rayedarên Spanya banga mayîna di malde kir

Ajansa meteorolojî ya dewleta Spanya (Aemet) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Ajansê diyar kir ku ji ber barana zêde, paytext Madrîd jî di nav de li gelek herêman lehî rabû û vê yekê jî bi xwere hilweşîn anî.

Li Madrîdê, lehî bû sedem ku hin binerd werin girtin û karûbarê metroyê were rawestandin.

Di heman demê de trafîk li pirraniya bajêr rawestiya.

Kesên di bin lehiyê de mabûn bi alîkariya helîkopteran hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyên rêveberên welat heta niha ti ziyanên canî çênebûne.

Li herêma Alcanar ya Katalyona di her metrekareyek çargoşe de zêdetirî 215 lître baran bariya.

Rayedaran diyar kirin ku tê payîn di nava rojê de baranek zêde li seranserê Spanyayê bibare û bang li welatiyan kir ku ji ber lehî û bilindbûna avê li malê bimînin.

Back to top button