Li Şengalê tîmên jinan ên fûtbolê Nehda Xanesor li hemberî Nucûm Sinûnê bi ser ket

Dema mirov bi destê xwe be, şên û azad dibe. Şengal niha dibe yek ji navenda vê rastiyê. Tîmên futbolê yên jinan Nehda Xanesor û Nucûm Sinûnê li bajarokê Borik ê Şengalê doh hatin hemberî hev. Di dawiya maçê de tîma Nehda Xanesor bi ser ket.

Piştî ku Şengal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, êzîdî vedigerin cih û warê xwe, û 7 sal in ku bi pergaleke nû bingehê jiyaneke nû ava dikin.

Di civaka Ezîdî de jinan reng dane jiyanê, di her warî de cih digirin û hewl didin xwe îfade bikin.

Jinên Êzîdî yên beriya fermanê nikarîbûn derkevin ber deriyê malên xwe, ji hunerê heta sporê di her qadê de çalak in.

Jinên êzidî 3 sal berê komên fûtbolê damezrandin û ev gaveke girîng bû avêtin.

Li bajaroka Xanesor a Şengalê 1, li bajarokê Sinûnê 3, li Til Benat 1 û bajarokên din tîmên futbolê yên jinan hatine organîzekirin.

Tîmên jinan carinan di nav xwe de û carinan li derveyî Şengalê beşdarî pêşbaziyên futbolê dibin.

Tîma jinan a Nehda Xanesor û Tîma Jinên Ciwan Nucum Sinûnê li bajarokê Borik a Şengalê hatin hemberî hev.

Di lîstikê de, tîma Nehda Xanesor bi 4 li hemberî 2 tîma Nucum Sinûnê binxist û bi ser ket.

Endama koma futbolê ya jinên ciwan a Nehda Xanesorê, Lazime Cemo bi kêfxweşî qal kir ku çawa ev derfet piştî fermanê ketiye destê wan:

Di dawiya maçê de li ber çepikan tîma Nehda Xanesorê kûpaya xwe girt.

Back to top button