
4’emîn festîvala zarokan ya herêma Firatê di bin diurşmeya “Aştî bi xemala zarokan bedew dibe” bi beşdarbûna 500 zarokan di roja duyemîn de dewam dike.
Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn û navenda Çand û Hûnera Baqî Xido 4’emîn festîvala zarokan ya herêma Firatê tê li darxistin.
Festîval di roja duyemîn de bi amedebûna komên zarokan ji Reqa, Tebqa, Minbic, kantona Kobanê û bajarokê Sirînê li hola Firatê destpê kir.
Endama rêveberiya navenda Hîlala Zêrîn ya kantona Kobanê Mîrxan Ismayîl axivî û ev tişt got:
Armanca me ji vê festîvalê rengê zarokan derxistina pêş e, her wiha em dixwezin çanda dayîka xwedewend bi riya zarokan nûjen bikin.