Koçberî û malwêranî..Tişta ku wê bibe qedera gelê Efxan

20 salên destwerdana Amerîkayê ya bû sedema êş û azarên mezin, niha cihê xwe ji koçberî, xizanî û malwêraniyê re hiştiye. Ji niha ve kombûna bi hezaran Efxan li nava kampên welatên cîran nîşanye qedera xerab a li benda gelê Efxanistanê ye.

Têkçûyîna Amerîka, NATO û hevkarên wan li Efxanistanê rê li ber serweriya Talîbanê vekir.

Û weke her carê dîsa gel dibe qurbanê van siyasetan.

Bi deh hezaran kesên ku ji tirsa Talîbanê karîbûn derbasî welatên Ewrûpayê bibin xwe weke xwedî şens dibînin.

Lê piraniya gel ku bê çare maye ji bilî ketina ser rêya koçberiyê nikare tiştekî din bike.

Bê goman ev jî wê ji bo ewqas ne hêsan be.

Rewşa bi hezaran Efxanin ku li Kampeke Pakistanê hatine bicihkirin nîşaneya vê yekê ye.

Ji xwe piştî rêveberiya Îslam Abadê eşkere kir êdî ew ê sînorên xwe li pêşiya penaberan bigre, tirs û fikarên Efxanan zêdetir bû.

Back to top button