Komên çekdar êrişî dibistaneke li Nîjerya kirin û 73 xwendekar revandin

Ji dibistana gundekî li eyaleta Zamfara a li bakurê rojavayê Nîjeryayê çekdaran 73 xwendekar revandin. Hêzên ewlehiyê bi leşkeran re xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dan despêkirin.

Çekdaran di nava rojê de bi ser Dibistana Navîn a Rojê ya Hikumetê ku li Gundê Kaya de girtin.

Li dibistanê herî kêm 500 xwendekar hebûn.

Ji bo pêşîgirtina li êrişek din ya li ser dibistanan li tevahiya eyaletê dibistan hatin girtin û tevdîrên parastinê hatin zêdekirin.

Li bakurê rojavayê Nîjeryayê di dehan êrîşan de, heta niha zêdeyî hezar xwendekar hatine revandin.

Ji Kanuna 2020’an ve rêbaza revandina xwendekaran li welat pêk hat.

Cara yekem jî ev rêbaz ji aliyê komên îslamî yên tundraw ve hate meşandin.

Back to top button