Îstixbarat û çeteyên dewleta Tirk a dagirker 6 welatî ji navçeya Bilbil, Şiyê û Mabatayê yên Efrînê revandin.
Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê berdewam dikin.
Dagirkeran ji navçeyên Şiyê, Bilbilê û Mabata 6 welatiyên din revandin.
Navên kesên ku ji Bilbilê hatine revandin wiha ne:
Ehmed Reşîd Hisên (50), Aslan Şêxmûs Hebeş (38), Menan Ehmed Bêrem (42).
Her wiha dagirkeran Ebdulqadir Seydo yê ji Mabata li ser bendeke kontrolê ya ketina Efrînê de revandin.
30`yê Tebaxê çeteyên Lîwa El-Weqas li gundê Anqelê yê navçeya Şiyê bi ser mala Azad Kemal Hesen (32) û Arif Şikrî (32) de girt û ew revandin.
Heta niha jî aqûbeta her sê kesên hatine revandin nayê zanîn.