Ehmed Karamûs: Konsepta tesfiyekirinê li dijî Başûr hatiye amadekirin

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus dibêje, 4 dewletên dagirker di çarçoveya konseptekê de dixwazin destketiyên Kurdan têk bibin. Karamus xwest her kes li dijî vê konseptê di nava berxwedanê de cihê xwe bigire.

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs, der barê rewşa li Başûrê Kurdistanê de ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û bal kişand ser konsepteke tesfiyekirinê ya 4 dewletên dagirker li dijî destketiyên Kurdan pîlan dikin.

Karamus îşaret bi hevdîtinên dawî yên di navbera dewleta Tirkiyê û Hikûmeta Iraqê de kir û got;

”Hevdîtina dawî ya di navbera Erdogan û Kazimî de nîşan dide ku serkêşiya vê konsepta tinekirinê Mistefa Kazimî dike.”

Karamus diyarkir ku hedefa sereke a vê Konseptê deskeftiyên gelê Kurd in û dixwazin bi awayeke topyekûn deskeftiyên gelê Kurd tasfiye bikin.

Karamus li hemberî konsepta dijmin ya tinekirinê bang li Kurdistaniyan kir û ji nivîskar, siyasetmender, akademîsyen, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanan hemûyan xwest tevlî berxwedanê bibin.

Ahmet Karamus: Êrişa li dijî Şengalê encama peymana 9’ê cotmehê ye

Herwiha Ehmed Karamus der barê êrişên Dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Şengalê jî axivî û got:

”Êrişên li dijî Şengalê di serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de çêbûn. Li dijî êrişen dewleta Tirk a dagirker yên dawî, bêdengiya Iraqê û hikûmeta herêmî dide diyar kirin ku êriş encama peymana 9’ê Cotmehê ye.”

Herwiha Karamus rista hêzên navneteweyî yên di êrişên dewleta Tirk de jî destnîşan kir û got;

”Heger erêkirina hêzên Koalîsyonê neba, bê şik dewleta Tirk wê nekarîba êriş bikira”

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamus diyarkir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û bêdengî û dûritiya hêzên navneteweyî şermezarkir

Back to top button