Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê îro jî dewam kirin.
Dagirkeran gundên Şera, Şêrewa û Minbicê topbarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro bi çekên giran êriş bire ser Gundê Mezin ê girêdayî navçeya Şêrawayê.
Piştî Gundê Mezin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Qinêtirê û Birc Qas ên navçeya Şêrawa û gundên Elqemiyê û Merenazê yên navçeya Şera ya Efrînê, kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî gundên Minbicê kirin
Şevê din, artêşa Tirk gundên Ereb Hesen, Seyade û El-Dendeniyê yên Minbicê topbaran kirin.
Mezre’yên Xedadîc ên li derdorê gundê Ereb Hesen jî bi çekên giran hat topbarankirin.