Li Til Temirê cenazeyê şervana YPJ’ê şehîd Asya Oso hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê şervana YPJ’ê şehîd Asya Oso oxir kirin. Şêniyên Dêrik, Çilaxa, Til Koçer û Girkê Legê jî sersaxî dan malbata şehîd Hogir Botan ku di encama nexweşiyekê de li Hesekê şehîd bûbû.

Şervana YPJ’ê Asya Oso bi nasnav Zeyneb dema bi erka xwe pêk dianî şehîd bû.

Îro şêniyên Til Temir, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, şervanên YPJ û endamên meclisên bajêr beşdarî merasîmê şervana YPJ`ê şehîd Zeyneb bûn.

Şêniyan cenazeyê ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û birin goristana şehîdan a navçeya Til Temir.

Di merasîmê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Tahir wiha axivî:

“Em ji Til Temira berxwedêr dibêjin ku em ê heta pêkanîna armancên şehîdan li ber xwe bidin û em ê şopdarên rêya wan bin.”

Ji fermandarên YPJ’ê Çîçek Zagros jî axivî û diyar kir ku dijmin nikare vîna wan têk bibe, ji ber ku yên mîna Sosin û Zeyneb parastina van destkeftiyan dikin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Zeyneb hate xwendin û û radestî malbata wê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Zeyneb li goristana şehîdan a Til Temirê hat oxir kirin.

Şêniyên Girkê Legê sersaxî dan malbata şehîd Hogir Botan

Li aliyê din bi sedan şêniyan Girkê Legê sersaxî dan malbata şervanê YPG’ê şehîd Ebdulezîz Yaşil bi nas nav Hogir Botan ku di encama nexweşiyê de li Hesekê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, PYD`ê Hisên Remedan û malbata şehîd axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn bal kişandin ser girîngiya berxwedana li hemberî peymanên navneteweyî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê..

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftin û azadiyê û mayîndekirina jiyana hevbeş, hate dubarekirin.

Back to top button