Parêzer Sirûşt: Li Başûrê Kurdistanê PDK heman siyaseta Tirkiyê dimeşîne

Parêzer Sirûşt Helebceyî têkildarî revandina Endamên RJAK’ê ji aliyê PDK’ê ve diyar kir ku li gorî qanûnên Iraqê desthilat nikare ti kesê bêyî hincet bigire.

Sirûşt Helebceyî anî ziman ku ti sûcek qanûnî li ser wan nîne, revandina her sê endamên RJAK’ê li dijî qanûnên mafê mirovan e.

Parêzer Sirûşt Helebceyî eşkere kir ku tirsa PDK’ê ji dengê jinên azad heye.

Lewma bi tevlîbûna wan jinên çalakvan a li merasîma komkujiya Êzidyan de qels bûye.

Sirûşt got, ”PDK siyasetek mîna ya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê dimeşîne.

Li gorî agahiyên ji rêveberên RJAK’ê hatine girtin, ew hersê endamên RJAK’ê li Girtîgeha Ehdas a Hewlêrê tên ragirtin.

Her çiqas malbatên wan xwestine wan bibînin lê destûr nayê dayîn.

Back to top button