Sîsî û Ebbas li Qahire civiyan

Serokomarê Misir Ebdulfeteh Sîsî li paytext Qahire li gel Serokdewletê Filistîn Mehmud Ebas civiya.

Berdevkê Serokomariya Misirê Bessam Radî têkildarî hevdîtina navbera lîderan bi daxuyaniyekê agahî da.

Bessam Radî diyar kir ku di civînê de aliyan li ser rewşa dawî ya li Filistîn û pêvajoyên aştiyê yên li Rojhilata Navîn axivîne.

Radî anî ziman ku Sîsî piştevaniya xwe ya ji bo Filistînê aniye ziman û wiha got:

Di civînê de weke qonaxa yekemîn piştevaniya ji bo doza Filistîn û di qonaxa duyemîn de li ser berjewendiyên hevpar ya xebatên koordînasyonê lihevkirin pêkhat.

Sîsî di civînê de daxuyakirin ku pêwiste xebata yekirinê ji bo tevahî alî û komên Filistînî were meşandin.

Serokomarê Filistînê Abbas, jî spasiya xwe ji bo hewildanên Misirê ya ji bo piştgirîkirina doza Filistînê anî ziman.

Bebbas ji bo despêkirina pêvajoya aştiyê ya navbera Îsraîl-Filistînê de, doh gihiştibû Qahîre.

Back to top button