Weqfa dijî Nelirêtiyan a ji aliyê Navalny ve hat damezirandin hat girtin

Li Rûsya rejîma Serokdewlet Vladimir Putin zextên xwe yên li ser mixalîfê ji her demê zêdetir kiriye. Weqfa Dijî Nelirêtiyan a ku mixalîfê Rûs Aleksey Navalny ava kiribû hate girtin.

Li gorî agahdariya di pergala qeydkirina kesayetiya dadrêsî ya Rêveberiya Baca Federal a Rûsyayê de, Weqfa Dijî Nelirêtiyan, 31’ê Tebaxê bi biryara dadgehê hate girtin.

Weqfa ku ji hêla muxalefeta rûsî Navalny ve di sala 2011’an de hate damezrandin.

2020’an ji bo avahiyek nû ya dadrêsî hate tasfiyekirin û ji nû ve hate vekirin.

Herî dawî careke din bi hinceta piştevaniyê ji derve digre, ji aliyê Wezareta Dadê ya Rûsyayê ve hate girtin.

Dadgeha Rûsî rêxistinên girêdayî Navalny di 9’ê Hezîranê de bi aligiriyên tund destnîşan kir û çalakiyên wan qedexe kir.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsî 11’ê Tebaxê ragihand ku lêpirsîneke nû li dijî Navalny hatiye destpêkirin.

Ev lêpirsîn jî bi hinceta Weqfa Dijî Nelirêtiyan mafên mirovan binpê dike pêk hat.

Liderê Mixalifê Rûs Aleksey Navalny piştî 17’ê Çile ji Almanya vegeriya li balefirgeha Moskowa hate girtin.

Ji wê rojê ve Navalny bi dozên nû û zextan re rûbirû dimîne.

Back to top button