Li Misir fosîlê balîneyekî 43 milyon sal ya ji 4 lingan hat dîtin

Li Misirê fosîlê balînayekî 43 milyon salî hate dîtin ku 4 lingên xwe hene.

Fosîlê bi navê “amfibik Phiomicetus anubis” ê 43 milyon sal berê, bi 3 metreyî dirêj, nêzî 600 kîlo giran e, çar ling û çengeke xwe ya hişk heye, tê gotin fosîlê balînayekî ye.

Fosîl li herêma Fayoumê ya li başûrê paytext Qahîreyê hate dîtin.

Li gorî nûçeya ku li kovara Insiderê hate weşandin, ev pêşiyên balînayan beriya 43 milyon salî di dema Eosenê de bûn.

Hate ragihandin ku ev balînayên li qada bejahî meş û li nava deryayê jî dikarîbû avjeniyê bike.

Zanyaran got,

“Me keşif kir ku bi çenga xwe ya xurt, ji bo parçekirina nêçira xwe gelekî hişk û mêtirsîdar bû.

Ev balîna ji bo piraniya heywanên li derdora xwe mîna xwedayê mirinê bû.”

Hêjayî bibîrxistinê ye 2019’an bermahiyên balînayekî ji 4 lingan li başûrê paytexta Perû Lîmayê hatibû dîtin.

Back to top button