Jinên Reqa û Tebqayê li dijî êrişan meşiyan

Li Reqa, Tebqa, Dêra Zor û Helebê bi çalakiyên cur be cur êrişên dewleta Tirk hat şermezar kirin. Kesên ku tevli çalakiyan bûn diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe aramî û ewlehiya li herêmê têk dibe. Her wiha banga rawestandina êrişên li ser sivîlan hat kirin.

Bertek û çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî her ku diçe zêdetir dibin.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê di vê çarçoveyê de meşek li dar xist û êriş şermezar kir.

Jinên ku tevli meşê bûn diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî bi heman armancê meşek bi tevlibûna bi sedan jin li dar xist.

Li Dêra Zorê êriş hatin şermezarkirin

Li Dêra Zorê jî ji bo şermezarkirin suc û hovîtiya ku dewleta Tirk li herêmê dike meşek hat lidarxistin.

Bi sedan şênî û endamên Saziyên Sivîl tevli meşê bûn û banga rawestandina êrişan kirin.

15 saniyan bidin

”Dewleta Tirk aramiya herêmê dike armanc”

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zanûbiya ya Minbicê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman,

”Dewleta Tirk bi sûcên xwe yên li dijî gelê me aramî û ewlehiya li herêmê têk dibe.

Divê rêxistinên mafên mirovan erkên xwe yên mirovî bînin cih û hemû sûcên li dijî hemû gelên Sûriyê rawestînin.”

”Armanca êrişên dewleta Tirk tenê kuştina sivîlan e” 

Mala Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî yên li Helebê jî derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser kampa Qadiya daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,

”Êrişên artêşa Tirk zêde dibin, armanca wan jî tenê kuştina sivîlan e.

Tevî zehmetiyên ku sivîl dibînin, lê dewleta Tirk wan topbaran dike, koçber dike û dikuje.

Her wiha bang li cîhanê û rêxistinên mafên mirovan jî hat kirin ku êrişên li dijî kurdan rawestînin.

Back to top button