PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk re 54 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê radestî çeteyên Sûriyê kir

Dagikeriya Tirk 54 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê radestî çeteyên li bajarê Ezazê kirin.

Li Başûrê Kurdistanê ji ber siyasetên PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re aloziyên hundirîn hene.

Ji ber siyasta şaş ku PDK’ê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, mehane bi sedan ciwan berî didin Ewropayê û li kampên Yewnanistanê tê bicihkirin.

Di demên dawî de malpêrên girêdayî PDK’ê ragihand ku desthilata Tirk 54 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê radestî komên çeteyên li Sûriyê kir.

Hete niha çarenûsa wan ciwanan ne diyar e, PDK’ê di parlamantoye Başûrê Kurdistanê de îdia kir ku ew li benda agahiyên xweş li ser ciwanan e û tu rexne li dewleta Tirk nekir ku ew ciwan radestî çeteyan kiriye.

Back to top button