Dewleta Tirk herêma Sîdan topbaran kir du pêşmerge birîndar bûn

Dewleta tirk a dagirker gundnê Sîdan ya bi ser Siryê dikeve topbaran kir di encama êrîşê de du pêşmergeyên PDK’ê birîndar bûn.

Li gorî agahiyan navê pêşmergeyên birîndar weha ne, Hecî Sîteyî û Sabir Rêkanî ye. Herdu pêşmerge ji gundê Sîteyê ne.

Hat zanîn ku herdu pêşmerge li gundê Sîdan seyran dikirin ji ber topbaranê birîndar bûn.

Balkêşe ragihandina PDK’ê heya niha jî birîndarbûna herdu pêşmergeyan ranegihandiye û nexistiye rojevê.

Back to top button