Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6’an ya li Hesekê bi belavkirina xelatan bi dawî bû.
Mîhrîcana Hunera Zarokan a 6’an duh bi beşdarbûna 19′ koman û bi sedan zarok û malbatên wan ku li ser asta kantona Hesekê dest pê kiribû di roja duyemîn de bi dawî bû.
Mîhrîcan di Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji Aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Huner ve hate lidarxistin.
Armanc ji mîhrîcanê birxêstinkirina zarokan û pêşxistina behreyên wan ên hunerî ye.
Di Mihrecanê de wênexêzên zarokan û peykerên ku çêkirine hatin pêşandan.