Çeteyan li Girê Spî 5 rûspî revandin,Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî 5 şêx û rûspiyên eşîra El-Bû Esaf revandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dane, çeteyên navê polîsên leşkerî xwe dikin yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh girt ser bajarok Elî Baciliyê yê Girê Spî û ji eşîra El-Bû Esaf 5 rûspî revandin.
Li gorî çavkaniyan, navên rûspiyên hatine revandin wiha ne; Mihsin Xelîl Xelef El-Hesan, Mistefa Hesan Xelef El-Hesan, Îsamîl Serhan El-Xelef, Serhan El-Elî Selama û Ehmed Hisên Semio.
Çavkaniyan diyar kir ku şêx Mihsin Xelîl Xelef El-Hesan birayê rûspiyê eşîra El-Bû Esaf ê berî Ubeyd El-Hesan e yê ku di havîna 2019’an de hate kuştin.
Li gorî heman çavkaniyan, ev rûspî ji ber ku beşdarî daxuyaniya koma hema eşîrê ya girêdayê serçeteyê Ebû Cîhad nebûn, hatin revandin.